Li Qamişlo û Reqayê dewleta Tirk hate protestokirin

Êrişên ku dewleta Tirk li ser Şengal û Til Temirê pêk anî, li Qamişlo û Reqayê hate protestokirin.

QAMIŞLO

Bi hezaran ji pêkhateyênbajarê Qamişlo li kolana Mûnîr Hebîb kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Şengalê, şehîdên komkujiya nexweşxaneyê û pankartên "Bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina îradeya Êzidîyan e" hildan.

Di meşê de berxwedana şervanên QSD’ê li dijî artêşa Tirk hatin berzkirin.

Meş ber bi Komseriya NY’yê ya li taxa Siyahî ve dewam kir û li wir veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê PYD‘ê yê bajarê Qamişlo Mesûd Daûd wiha axivî: "Em di pêvajoyeke nû de dijîn. Saet bi saet guhertinên dîrokî û girêdayî çarenûsa me, hene. Dibe ku di rojên pêş de em serkeftinan misoger bikin û dibe ku rojên zehmet bin û em derbasî şer bibin. Ji ber wê jî divê em amade bin."

Daûd wiha domand: "Kî rewabûnê dide êrişên dewleta Tirk. Ma ne Amerîka û Rûsya ne?. Ma nabînin ku dewleta Tirk çi dike. Çima bêdeng in? Bêdengiya wan hevkariya qirkirina gelê me ye."

REQA

Bi heman armancê bi sedan şêniyên başûrê Reqayê, endamên Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl li çerxerêya El-Cewheriya ya herêma El-Kesra kom bûn.

Meş ji çerxerêya El-Cewheriya dest pê kir. Di meşê de berxwedana Şengal, Eyn Îsa û banga serbestberdana rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenda gund veguherî mitîngê. Di mitîngê de berdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Mihemed Zixîr wiha axivî: "Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî şêniyên Serêkaniyê, Zirgan û herêmên din têne kirin, şermezar dikin."

Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li gundewarê başûrê Reqayê, endama rêveberiya saziyê Xilûd El-Remedan wiha axivî: “Em destdirêjî û dijminahiya dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Şengalê ku bi wê yekê qanûnên navneteweyî binpê dike, şermezar dikin.”

Bi navê Ciwanên Şoreşger ên Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan, endama yekitiyê Delal Mihemed daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de êriş û binpêkirinên barbarî yên li dijî şêniyên Şengalê û bêdengiya hikumeta Iraqê li hemberî wan êrişan, hate şermezarkirin. Her wiha soza piştgirîdayîna şêniyên Şengalê li dijî dewleta Tirk a faşîst hate dubarekirin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û topbarana bêserûber li dijî navçeya Eyn Îsa, Til Temir yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê, bi dawî bûn.

Di du hefteyên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirinê û dagirkeriyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê zêde kirine. Li hemberî êrişan civata navneteweyî bêdeng e. Gelên herêmê jî vê bêdengiyê wekî hevkariya bi dewleta Tirk re dihesibînin.