Li Qahîreyê di mudaxeleya mizgeftê de bi sedan kes hatin binçavkirin
Li Qahîreyê di mudaxeleya mizgeftê de bi sedan kes hatin binçavkirin
Li Qahîreyê di mudaxeleya mizgeftê de bi sedan kes hatin binçavkirin
Li paytexta Misrê Qahîreyê leşker û polîsan bi bombeyên gazê û çekan mudaxeleyî mizgefteke ku alîgirên Birayên Misliman xwe spartibûnê kir, di mudaxeleyê de bi sedan kes hatin binçavkirin.
Leşker û polîsên danê sibehê Mizgefta El Fetîh a li Qahîreyê dorpêç kiribûn danê nîvro ku mudaxele kir pevçûnan rû da. Bi îddîaya ku tê gotin ji mizgeftê herî kêm ji aliyê alîgirekî Birayên Misliman bi çekan bersiv hatiye dayîn leşker û polîsan bombeyên gazê avêtin mizgeftê û çek jî ku bi kar anîn kaosekê rû da.
Jineke di mizgeftê de dema ji televîzyona El Cezîre re diaxivî û digot, “Li vir ewlekariya tu kesî nîne. Guleyan berdidin mizgeftê” dengên çekan dihat.
Di mudaxeleyê de hat dîtin ku hinek xwepêşandar bi erdê ve hatin kaşkirin û paşê hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinan de hin kesên di destê wan de dar di bin çavdêriya polîsan de êrîşî kesên binçavkirî dikirin.
Di vê navberê de rayedarên Misrê dan xuyakirin ku birayê lîderê El Qaîde Eymen ez-Zevahîrî hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku Muhammed ez-Zevahîrî ji ber pêwendiyên xwe yên bi Mûrsî re li bajarê Gîze hatiye binçavkirin.