Li Qahîreyê dest li alîgirên Mûrsî hat werdan
Li Qahîreyê dest li alîgirên Mûrsî hat werdan
Li Qahîreyê dest li alîgirên Mûrsî hat werdan
Li Qahîreyê, qadên konên alîgirên Serokkomarê hilweşandî yê Misrê Mûhammed Mûrsî, li destwerdana bi xwîn rast tên. Hat ragihandin, di encama serdegirtina du qadan de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Qahîreyê, qadên konên alîgirên Serokkomarê hilweşandî yê Misrê Mûhammed Mûrsî, li destwerdana bi xwîn rast tên.
Alîgirên Mûrsî yên li derveyî mizgefta Rabatûl Adaviye ya li rojhilatê Qahîreyê kon vedan, li destwerdana bi panzêr, bûldozer çek û bombeyên gazê rast hatin. Hat ragihandin ji kolanên derdorê jî dengê çekan û dûxan bilind dibe.
Çalakiya rûniştinê ya li Qada Nahda ya li rojavayê bajêr jî li destwerdanê rast hat. Di destewerdana li Adaviye de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Biratiya Musliman jî diyar kirin ku hejmara miriyan 25-30 ye.
Bi hezaran kesên darbeya leşkerî û têkbirina Mûrsî şermezar dikin, ev 6 heftene li derveyî mizgefta Raba El Adaviye û Qada Nahdayê kamp ava kirine.
Xwepêşandêr dixwazin, wezîfeya Mûrsî lê were vegerandin.
Ji 3'ê Tîrmehê roja lidarketina darbeyê û vir ve, zêdeyî 250 kesan jiyana xwe ji dest dan.