Li pêşberî Balyozxaneya Fransa ya Zürich’ê Çalakiya Çarşemê
Li pêşberî Balyozxaneya Fransa ya Zürich’ê Çalakiya Çarşemê
Li pêşberî Balyozxaneya Fransa ya Zürich’ê Çalakiya Çarşemê
Jinên Kurd li bajarê Zürich yê Îsvîçre, li ber Balyozxaneya Fransa ji bo 3 jinên Şoreşger yên li Paris hatibûn qetilkirin, bi armanca daxwazkirina edaletê çalakiya Çarşemê li darxistin.
Çalakiya kû ji aliyê Meclîsa Jinan ya Şehît Bêrîtan ya Zürich ve hatî organîze kirin, bi beşdarbûna jimarek zêde ji endamên vê meclîsê pêkhat.
Di çalakiyê de jinan li ser hev durûşmên wek “Sakine, Leyla û Rojbîn hîn dijîn”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan” hatin avêtin.
Jinan gotin “Em ji bo kû qatilên Sakine Cansiz, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez bên dîtin li virin û emê herdem li vir û li herderêbin”. Bi vî rengî jinan daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin.
Rexmê derbasbûna 238 rojan, jinan nerazîbûna xwe li hember bêdengiya hukumeta Fransa ya li hember vê komkujiyê nîşan dan, xwestin kû demek ji ya din zûtir dest ji vê helwestê bêt berdan, kujer werin eşkerekirin û bên cezakirin.
Çalakî bi çepikên nerazîbûnê bi dawî bû.