Li Perû kamyon wergeriya kendêl: 51 mirî
Li Perû kamyon wergeriya kendêl: 51 mirî
Li Perû kamyon wergeriya kendêl: 51 mirî
Li başûrrojhilatê Perû li herêma Cûsco, kamyonek tê de 51 kes hebûn wergeriya kendêl, di kes jê nefilitî.
Hat ragihandin, kamyon di şeva Înê-Şemiyê de li nêzî gundê Sûyûcûyo yê herêma Cusco ku qateke daristanî ye, ji kendalê 300 metre bilind wergeriya.
Waliyê herêmê Fedîa Castro di daxuyaniya xwe ya ji bo Canal N de destpêkê ragihand ku 49 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê belê di daxuyaniya xwe ya piştre ji bo ajansa nûçeyan a fermî Andîna de diyar kir ku cenazeyê 2 kesên din jî hatine dîtin. Dozger Jûan Varlos Valverde ragihand ku kes ji bûyerê nefilitiye.
Walî Catro diyar kir ku li herêma mijara gotinê ji ber kêmasiya otobusan, rêwî bi kamyonan ji rêyên fetlanok derbas dibin. Walî ragihand ku di nava qurbanyan de 12 zarok hene.
Li vê herêmê, ev cara sêyemîn e ku di nva meha Cotmehê de qezayên bi heman rengî rû didin. Di her sê qezayan de herî kêm 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Walî diyar kir ku ji bo were aşkerakirina ka di dema qezayê de ajokar serxweş bû yan na, lêkolîn hatiye destpêkirin. Di qezayê de hevser û zarokên ajokar jî jiyana xwe ji dest dan.