Li Parma ji bo Ocalan 3 hezar û 500 îmze hatin komkirin

Li Parma ji bo Ocalan 3 hezar û 500 îmze hatin komkirin

Di Mîhrîcana Navneteweyî ya li bajarê Parma yê Îtalya de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevayî girtiyên siyasî 3 hezar û 500 îmze hatin komkirin.

Kurdên ku beşdarî Mîhrîcana Çand a Navneteweyî ya Parma ya di navbera 28-29-30’ê Hezîran û 5-6-7 Tîrmehê bûn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevayî girtiyên siyasî îmze kom kirin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan di mîhrîcanê de di nav 6 rojan de 3 hezar û 500 îmze hatin komkirin.

Di dema aktîvîteyan de têkildarî pirsgirêka Kurd broşur hatin belavkirin, her wiha di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Ocalan li bajarên Caglîarî û Sassarî yên li Girava Sardînya civînên agahdarkirinê hatin organîzekirin û bi sedan îmze hatin komkirin.

Hat ragihandin ku yek ji bajarên ku civîn lê çêbûne Modena ye.