Li Parîsê xeml û rewşa Kurdistanê

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê destpê kir. Di çarçoveya festîvalê de gelek çalakî têne lidarxistin û dîroka Kurd û Kurdistanê tê nasandin.

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê destpê kir. Festîval bi hevkariya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Lêkolîn û Fikrî ya li ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danielle Mitterrand ve tê lidarxistin û Şemiyê destpê kir. Di çarçoveya festîvalê de li avahiya navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê maketên Kurdistanê hatin çêkirin. Ji konên xwecihî heta bi amûrên çandiniyê û neqişandinê gelek berhem hatin amadekirin. Ciwanên Kurd jî bi rengên neteweyî tevlî festîvalê bûne.

 

ÇAND Û ÊŞA GEL RADIXE PÊŞ ÇAVAN

Maketên berhemên Kurdistanê bi salane ji aliyê kedkarekî Kurdistanî Amele ve tê çêkirin. Amele dibêje, "Ev kar berhema têkoşîna mina  25 salan e."

Amele wiha dewam dike, "Kurdistaniyên ku têne serdana kon, li rabirdûya xwe vedigerin." Amele dibêje, "Ev dîrok hem dîroka çanda gelê me ye, hem jî dîroka êşa gelê me ye. Minareya Çar Ling yekane avaniyeke bi vî rengî ye li tevahiya cîhanê. Li ber vê avaniyê gule li nirxên Kurdistaniyan hatin reşandin. Şopên wê birînên vî gelî ne."

Amele bang li Kurdistaniyên li Parîsê kir ku serdana berhemên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bikin.

Di çarçoveya festîvalê de Amele wê ji Kurdistaniyan re qala dîroka wan bike. 'Maket Kurdistan' wê li 16 Rue D'Enghienê vekirî be.