Li Parîsê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Li Parîsê bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Hozan Şemdîn, Farqîn Azad, Deza Amed û Nûarîn derketin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de helbestên bi Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û Goranî hatin xwendin.

Hozan Şemdîn di pîrozbahiyê de axivî û got “Li malê, li kargehê û ya herî girîng jî divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Em bi Kurdî binivîsin û bi Kurdî biaxivin.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.