Li Pakîstanê li dijî karwanê leşkerî êriş: 6 kes mirî, 11 birîndar

Li Pakîstanê li dijî karwanê leşkerî êriş: 6 kes mirî, 11 birîndar

Li Peşaver ya paytexta eyaleta Hayber-Paktunva a Pakîstanê êrîşake întîxarî ya ku karwaneke leşkeriyê hedef hat girtin pêk hat û 6 kes mirin.

Li riya Fahr-î Alem ya Peşaver êrîşa întîxarî pêk hat û 11 kes birîndar bûn. Di êrîşan de lîderê Zabitaya Pêşeng a Paramîlîter (FC) Abdul Mecîd Marwat hedef hat girtin û hate zanîn ku Marwat birîna giran negirtiye û rizgar bûye.

Li gorî şahidên bûyerê, çalakgerên xwekujî, li xaleke kontrolê hêdî hêdî nêzî karwanê bûye û piştre bombeya li ser xwe teqandiye. Hate zanîn ku di nava kesên hatine kuştin de du jê jin û rewşa gelek kesên birîndar bûne jî giran in.

Li bajarê Peşaver ku mîlîtanên Talîban bi bandorin, bûyera ku pêk hatiye hêj kesî negirtiye ser xwe.