Li Pakistanê karsazek bû serokdewlet
Li Pakistanê karsazek bû serokdewlet
Li Pakistanê karsazek bû serokdewlet
Di hilbijartinên serokkomariyê yên îro li Pakistanê pêk hatin, karsazê bi navê Mamnun Huseyîn bi ser ket. Huseyîn ê ji Yekîtiya Mislimanan a partiya Newaz Şerîf bibû endam, li Hindistanê hatiye dunyayê û bi karê tekstîlê re mijûl dibe. Huseyîn, ji aliyê senato û parlamentoyê ve wek serokdewlet hat hilbijartin. Mamnun Huseyîn, beriya ku bibe parlamenter li herêma Karaçî Serokatiya Odeya Bazirganiyê dikir.