Li Pakîstanê çalakiya întîharê: 38 mirî

Li Pakîstanê çalakiya întîharê: 38 mirî

Di demjimêrên serê sibehê de li Pakîstanê di merasimek ya cenazeyê polîsê mirî de êrîşek întîharî pêkhat û 38 kesan jiyana xwe ji dest da, 50 kes jî birîndar bûn. Di çalakiya întîharê ya li Bellucîstana dikeve Başûrê Rojhilatê Pakîstanê de 38 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûn.

Çalakiya întîharê di dema merasima cenazeyê polîsê herêmî Muhîb Ullah li dijî qereqola polîsan pêkhat. Ullah di demjimêrên serê sibehê de li gel du kur û ajovanê xwe hatibû kuştin.