Li Osloyê li ber seferatxaneya Tirk çalakiya protestoyî
Li Osloyê li ber seferatxaneya Tirk çalakiya protestoyî
Li Osloyê li ber seferatxaneya Tirk çalakiya protestoyî
Li paytexta Oslo ya Norveçê li ber seferatxaneya tirk kurd hatin cem hev û polîtîkayên AKP’ê yên Rojava protesto kirin.
Çalakiya bi organîzeya Ungkurd (Ciwanên Kurd) li ber seferatxaneya Tirkiyeyê pêk hat, polîtîkayên Tirkiyeyê hatin protestokirin.
PYD, PJAK û KNK’ê piştgirî da çalakiyê û pankartên ‘Tirkiye û El Qaîde ji Rojava bicehmin’, ‘Em komkujiya Rojava şermezar dikin’ hatin vekirin.
Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku gelê Rojava ne tenê ye û her wiha bêdengiya li dijî komkujiya Rojava jî hat şermezarkirin.
Aktîvîstê aştiyê yê Emenî Sjur Cappelen Papazîan di axaftina ku kirin de peyama bi Rojava re da.