Li Nijeryayê di êrîşa li dijî mizgeftê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Nijeryayê di êrîşa li dijî mizgeftê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Nijeryayê di êrîşa li dijî mizgeftê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bakurê-rojhilatê Nijeryayê, di êrîşeke çekdarî ya li dijî mizgeftekê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Êrîş li paytexta herêma Borno ya Nijeryayê li Maiduguri, ku ji Konduga 20 km dûre, rû da. Êrîş di dema nimêja şevê de rû da û di encamê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, 26 kes jî birîndar bûn. Birîndarên ji bûyerê rakirin nexweşxaneyek li Maiduguriyê. Rayedaran dan xuyakirin ku der heqê bûyera roja Yekşemê de zanyariyên nû derdikevin holê.
Hêjayî gotinê ye, ji êrîşên çekdarî yên ji sala 2009'an û vir ve ku di encamê de bi hezaran kes li Nîjeryayê jiyana xwe ji dest dan, oldarên radîkal Boko Haram berpirsyar tên dîtin.
Li ser destpêkirina operasyonên artêşa Nijeryayê yên ji meha gulanê şunde partiya ku êrîşên xwe zêde kirin dixwazin li bakûrê Nijeryayê dewletekî Îslamî ava bikin.
Ji 174.5 milyon şêniya Efrîqayê, welatê ku herî zêde xwedî şênî Nijeryaye. Nîvê gelê wê Misilman û ji sedî 40 jî Xiristiyane. Boko Haram di demên borî de gelek caran di êrişên kirine ser kiliseyan de bune sedemê mirina bi sedan kesan.