Li Namîbya qeza balafirê: 33 mirî

Li Namîbya qeza balafirê: 33 mirî

Balafireke kargeha Rêyên Hewayî ya Neteweyî, ku duh serê sibê ji paytexta Mozambîk Mapûto bi hewa ket, li Namîbyayê bi awayekî şewitî hat dîtin. 27 rêwî û 6 personelên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan.

Balafireke kargeha Rêyên Hewayî ya Neteweyî, ku ji bo biçe Angolayê duh ji paytexta Mozambîk Mapûto bi hewa ket, li bakur rojhilatê Namîbyayê bi awayekî şewitî hat dîtin. 27 rêwî û 6 personelên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan.

Polîsê Herêmê yê Namîbya Kavango Wîllîe Bampton got, "Ekîba min bermayînên balafirê dît. Veguherîbû komirê, kes jê nefilitî."

Kargeha Rêyên Hewayî diyar kir ku di balafira ji bo biçe paytexta Angola Lûanda ji Mapûto rabûbû, 10 Mozambîkî, 9 Angolayî, 5 Portekîzî, Fransiyek, Brezîlyayiyek û welatieykî Çînî hebûn.