Li Muslimiyê her ku diçe rewşa girtiyan xirabtir dibe
Li Muslimiyê her ku diçe rewşa girtiyan xirabtir dibe
Li Muslimiyê her ku diçe rewşa girtiyan xirabtir dibe
Rewşa girtiyan li girtîgeha navendî ya bajarê Helebê “Muslimiyê” ji ber pevçûnên li derdora wê di navbera hêzên rêjîma Baas û komên çekdar ku ev bû çend meh in dorpêçkirî ye roj bi roj aloztir dibe. Her wiha ji ber tune bûna xwarin û dermanan di girtîgehê de.
Hin çavkaniyan ji hundirê girtîgeha “Muslimiyê” diyar kirin ku biçûktirîn pêdiviyên jiyanê li ba wan tune ne, wek av, nan û derman, her wiha ev bû çend meh in çavdêriya tenduistî bi temamî hatiye birîn. Ji ber vê yekê jî gelek nexweşî di nav girtiyan de belav bûn, wek nexweşiya wêranê ji ber laşên kuştiyan di hundirê girtîgehê de û ji ber kêmbûna xwarinê jî nexweşiyên wek kêmbûna xwînê û navçûyînê di nav girtiyan de zêde bûye. Her wiha hemû girtiyan ji ber kêmbûna xwarinê nîvê giraniya xwe winda kirine.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku ji aliyê qanûnî ve rayedarên girtîgehê bi zanebûn rewşa wan paşguh dike û piraniya girtiyan dema girtina wan bi dawî bûye û serbest nehatine berdan. Hin girtiyên din hene ku ev demeke dirêj e ku hatine girtin bêyî ku werin dadkirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku alîkariyên xwarinê yên ku ji aliyê komîteyên Heyva Sor û Xaça Sor tên şandin, ji aliyê rayedaran ve tê desteserkirin û bi buhayeke bilind li girtiyan têne firotin.
Çavkaniyan diyar kirin ku girtîgeh di bin destê hêzên rêjîmê de ye, ew jî vê rewşê wek derfetekê ji xwe re dibîne û bêyî nirxên mirovahiyê berçav bigirin, şîşeyekî avê bi 1000L.S, nanek pirr caran digihîne 1000L.S, telefon bi 1500L.S tê şarjkirin tên firotin. Her wiha çavkaniyan destnîşan kirin ku xwarina bi baleferan tê avêtin piraniya wan li deverên Artêşa Azad dikeve.
Di derbarê girtiyên siyasî de çavkaniya gotin ku di pevçûnan de ew wek mertalan tên bikar anîn. Li gorî heman çavkaniyan di encamê de girtiyê bi navê Mihemed Mistefa Hesen bi nasnav Bavê Kawa bi giranî birîndar bû û ji ber nedermankirin birîna wî kurm ketin laşê wî. Her wiha 6 heta 8 kesan ji ber nexweşiya wêranê mirin.
Ji bo ev rewş were çareserkirin girtî banga xwe li rêxistinên alîkariyê yên herêmî û navnetewî berdewam dikin ku bi lez û bez çareyek ji wan re were dayîn.