Li Misrê wendayî zêde dibin

Li Misrê wendayî zêde dibin

Îro di xwepêşandanên “Îna hêrsê” de herî kêm 368 kesan ku jiyana xwe ji dest da, di navbera alîgirên Serokkomarê şoreşê Muhammed Mûrsî, kesên dijberî derbayê û hêzên dewletê de pevçûn dewam dikin.    

Li Qahîreyê bi hezaran alîgirên Birayên Misliman û kesên dijberî darbeyê bi dirûşmaya ‘Gel dixwaze darbeyê hilweşîne’ dimeşin. Xwepêşander hewl didin derkevin Qada Ramses. Polîs û leşkerên ku qad dorpêç kirine bi bombeyên gazê û çekan hewl didin gel asteng bikin.   

Tê ragihandin ku nêzî Qada Ramses gelek gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek birîndar jî hene. Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan dikin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 13 kes in.  

Her wiha tê gotin ku di xwepêşandanên bajarên li ber peravên Çemê Nîl 12, li bajarên din jî 13 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Bi fermana hukûmeta Misrê ya demkî ku desteka artêşê li pişt e roja Çarşemê li Qahîreyê li qadên ku alîgirên Mûrsî lê xwepêşandan li dar dixistin herî kêm 638 kesan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes jî birîndar bûn.