Li Misrê sibeha bi xwîn
Li Misrê sibeha bi xwîn
Li Misrê sibeha bi xwîn
Li Misrê hêzên “ewlekariyê” êrîşî xwepêşandana alîgirên Muhammed Mûrsî kirin û di encam de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê artêşê jî ku behsa “komeke terorîst” kir destnîşan kir ku 16 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî Birayên Misliman leşkeran êrîş biriye ser xwepêşandana ku li ber Qişleya Parêzvanên Komarê hat lidarxistin û 34 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Televîzyona El Cezîre jî ragihand ku 35 kes bi gulleyan hatine kuştin. Murat Elî yê ji Partiya Azadî û Edaletê ya ji aliyê Birayên Misliman ve hatiye damezirandin got, piştî nimêja sibê artêşê êrîşî çalakiya rûniştinê kiriye.
Li gorî televîzyona dewletê El Ahram, artêşa Misrê ragihandiye ku “terorîstên” bi çek êrîşî avahiya Parêzvanên Komarê kirine û 16 çalakvanan jiyana xwe ji dest daye. Ligel wê hat gotin ku serbazekî ji artêşê jiyana xwe ji dest daye û gelek leşker jî birîndar bûne.
Îna borî jî 4 çalakger li heman cihî hatibûn kuştin.
Her wiha El Nûr ku partiyeke Selefî ye, da xuyakirin ji hevdîtinên diyarkirina serokwezîr û hikûmeteke demkî xwe paşve kişandiye. El Nûr, destnîşan kir ku ji ber “Qetlîama” li ber Qişleya Parêzvanên Komarê xwe vekişandiye.