Li Misrê rewşa awerte hat îlankirin
Li Misrê rewşa awerte hat îlankirin
Li Misrê rewşa awerte hat îlankirin
Li paytexta Misrê Qahîreyê di mudaxeleya artêşê ya li hemberî alîgirên Muhammed Mûrsî de, li gorî agahiyên Wezareta Tenduristiyê 95 kes, li gorî Birayên Misliman jî 2 hezar û 200 kes hatine kuştin. Serokkomariya Misrê li welat ji bo mehekê rewşa awerte îlan kir. Wezareta Karên Navxweyî jî derketina kolanan qedexe kir.
Bi hezaran kesên darbeya leşkerî û têkbirina Mûrsî şermezar dikin, ev 6 hefte ne li derdora Mizgefta Rabîa El Adawiye û Qada Nahda di çalakiyê de bûn. Lê hêzên leşkerî û polîsan di saetên serê sibehê de mudaxeleyî girseya gel kir.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Misrê di mudaxeleyan de 95 kes hatine kuştin û 874 kes jî birîndar bûne. Lê li gorî rêxistina Birayên Misliman 2 hezar û 200 kes hatine kuştin.
Li aliyê din Serokkomariya Misrê daxuyaniyek da û diyar kir li welat ji bo mehekê rewşa awerte hatiye îlankirin. Wezareta Karên Navxweyî jî ji saet 17.00’an ve derketina kolanan qedexe kir.