Li Misrê Pevçûn: 5 kuştî 15 birîndar
Li Misrê Pevçûn: 5 kuştî 15 birîndar
Li Misrê Pevçûn: 5 kuştî 15 birîndar
Li Paytexta Misrê Qahîreyê komek kesên rûgirtî êrîşî alîgirên Mihemed Mursî ku xwepêşandan pêk dianîn, kirîn. Di encama êrîşê de 2 kes mirin û 15 birîndar bûn.
Li gorî malpera rojnameya El-Ihram a Misrê li ser înternêtê, îro saet di 02.00᾿an de komek kesên rûgirtî êrîşî alîgirên Mihemed Mûrsî kirin ku li ber Zanîngeha Qahîreyê xwepêşandan li dar xistin. Li gorî rojnameyê di encama êrîşê de 2 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn. Her wiha 17 wesayîtên alîgirên Mûrsî hatin şewitandin û bi dehan hatin şikandin.
Duh di dergeheke Meydana El-Tehrîr a li Qahîreyê û Bajarê Qilyûb di navbera alîgir û muxalifên Mûrsî de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 3 kes hatin kuştin.
Malpera Fermî ya Birayên Misliman ku Mûrsî wek endamekî wan tê zanîn, diyar kirin ku li pişt êrîşan Artêş û polîsên Misrê hene.