Li Misrê li gorî bîlançoya fermî hejmara miriyan 525 e

Li Misrê li gorî bîlançoya fermî hejmara miriyan 525 e

Li Misrê, hat ragihandin di encama serdegirtinên bi xwîn ên hêzên dewletê de li gelemperiya welêt herî kêm 525 kesan di bûyerên dijwariyê de jiyana xwe ji dest dane.

Berpirsyarê servîsa lezgîn a Wezareta Tenduristiyê ya Misrê Xalid El Katîb daxuyanî da AFP'ê û diyar kir ku di bûyerên roja Çarşemê de 482 jê sivîl 525 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Katîb, ji van 202 jê di bûyerên li qada Rabiya El Adawiye ya li Qahîreyê ev meh û nîveke kamp çê kiriye, di destwerdanê de mirine. Ev qad, piştî hilweşîna Mûhammed Mûrsî ya bi darbeya leşkerî, bû qada herî mezin a kombûnê. Roja Çarşemê, di serî de ev qad gelek qadên xwepêşandanan, rastî destwerdana hêzên dewletê rast hatibûn.