Li Misrê 'Îna bi hêrs'!
Li Misrê 'Îna bi hêrs'!
Li Misrê 'Îna bi hêrs'!
Li dû destwerdana tund a hêzên dewletê li alîgirên Mûhammed Mûrsî ya beriya du rojan, Misir îro jî xwe ji bo çalakiyan amade dike.
Rêxistina Biratiya Misliman banga "Îna bi hêrs" kir û tê payîn piştî nimêjên Înê yên li tevahiya mizgeftên Qahîreyê, bi dehhezaran kes dakevin kolanan.
Biratiya Misliman her çend "darbeyê" qebûl dikin jî diyar dikin ku ewê 'ti carî paşde gav neavêjin'. Biratiya Misliman daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Tevî êş û kedera ji ber wendahiya şehîdên me, ew sûcê darbekaran herî dawî kirin, bû sedem ku biryardariya me ya hesabpirsînê xurtir bibe."
Li hemberî banga Biratiya Misliman, Eniya Selametiya Netewî (USC) ya ji çepgir heta lîberalan gelek derdoran di nava xwe de vedihewîne, li dijî "çalakiyên terorîzmê yên diyar" ên ji aliyê Biratiya Misliman ve hatine kirin, banga derketin kolanan kir.
Artêşa Misrê jî mîna roja Pêncşemê da xuyakirin ku weke li Qahîre û Sînayî, kî êrîşî saziyên dewletê û polîsan bikin, ewê gule li wan bireşînin.
Li gorî bîlançoya fermî, di pevçûnên du rojan de herî kêm 623 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê dibe ku ev bîlanço girantir bibe. Li gorî Biratiya Misliman, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane. Roja Çarşemê ji bo mehekê rewşa awarte hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de xwepêşandanên li kolanan hatin qedexekirin.
Di vê rewşa dijwar a Misrê de, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi awayekî lezgîn roja Pêncşemê civiya û beriya daxuyaniyeke fermî bide banga "xwînsariya di asta herî bilind de" li hikûmeta Misrê kir.
Serokê DYE Barack Obama da xuyakirin ku hevkariyeke normal a bi Misrê re nema dibe û diyar kir ku tetbîqata hevbeş a leşkerî hatiye betalkirin. Serokkomarê Misrê nerazîbûn nîşanî gotinên Obama da û Obama sûcdar kir ku bi van gotinan cesaretê dide komên tund ên "çalakiyên terorîstî" lidar dixin.
Navê 'Îna bi hêrs' herî dawî di dema "şoreşa" sala 2011'an a hilweşandina Husnu Mubarek hatibû bikaranîn. Di 28'ê Sibata 2011'an de çalakgeran di "Îna bi hêrs" de polîs qewirandibûn.