Li Misrê di 24 saetên dawî de herî kêm 173 kes mirin

Li Misrê di 24 saetên dawî de herî kêm 173 kes mirin

Li Misrê di nava 24 saetên dawî de di pevçûnên navbera alîgirên Mûrsî û hêzên dewletê de, tê gotin herî kêm 173 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di vê navberê de birayê Ayman El Zewahîrî yê piştî Bîn Ladîn serkêşjiya El Qaîdeyê dike, Mûhammed El Zewahîrî ji ber daxuyaniya xwe ya piştgirîdayîna Mûhammed Mûrsî, hat binçavkirin.

Di pevçûnên navbera alîgirên Serokkomarê hilweşandî Mûhammed Mûrsî û hêzên dewletê de, ji roja Înê û vir ve li gorî daneyên hikûmetê herî kêm 173 kesan jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê hikûmetê diyar kir ku di nava sêr ojan de 57 polîs hatine kuştin, lê belê eşkere nekir ku ev hejmar di nava 173 kesên hatine eşkerekirin de cih digire yan na.

Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya rayedarên dewletê yên dane AFP'ê, Mûhammed El Zewahîrî yê Misrî ku li Qahîreyê dijî, li banliyoya Gîze hat girtin. Birayê lîderê El Qaîdeyê, bi piştgirîdayîna Mûrsî tê sûçdarkirin.