Li Misrê berdevkê Birayên Misilman El Hedad hate girtin

Li Misrê berdevkê Birayên Misilman El Hedad hate girtin

Li Misrê ji berdevkên rêxistina Birayên Misilman Cîhad El Hedad hate girtin.

Rayedarên ewlekariyê ragihandin ku, li paytext Qahîreyê di serdegirtina avahiyekê de li gel ji berdevkên Birayên Misilman Cîhad El Hedat, rayedarên rêxistinê Husam Ebûbekir û Mehmûd Ebûzeyd hatin girtin.

Hedat midûrtiya qelemê taybet ji kesên girîng ên Konseya Rêhbertî ya Birayên Misilman Heyrat El Şatir dike û di heman demê de li ser navê tevgerê daxuyanî dida çapemeniya weşana Îngilîzî dikir.

Weke din jî ro dadgehek ya Misrê li ser daxwaza dozgeriyê ya dest danin ser malê 25 rêveberên asta bilind ya rêxistina Birayên Misilman, qebûl kir.
Li Misrê gelek lîderên rêxistina Birayên Misilman ji aliyê artêşê ve hatin girtin.