Li Misrê 42 kuştî, ji Birayên Misliman banga ‘raperînê’

Li Misrê 42 kuştî, ji Birayên Misliman banga ‘raperînê’

Îro li Misrê di xwepêşandanên alîgirên Mursî de herî kêm 42 kesan ku jiyana xwe ji dest da û Birayên Misliman banga ‘raperînê’  kir.

Li gorî Birayên Misliman li ber Qişleya Parêzvanên Komarê piştî nimêja înê di êrîşa leşker û polîsan de herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest da. Birayên Misliman ragihandin ku mimkun e bîlanço zêdetir bibe.    

Rayedarekî ji asta jor ê ji beşa lezgîn daxuyanî da AFP’ê û got ku di bûyerên nû de 42 kesan jiyana xwe ji dest daye, lê di mijara yên jiyana xwe ji dest dane alîgirên Mûrsî ne yan na de agahiyeke zelal neda.

Li gorî televîzyona dewletê El Ahram, artêşa Misrê ragihandiye ku “terorîstên” bi çek êrîşî avahiya Parêzvanên Komarê kirine û 16 çalakvanan jiyana xwe ji dest daye. Ligel wê hat gotin ku serbazekî ji artêşê jiyana xwe ji dest daye û 6 jê giran gelek leşker jî birîndar bûne.     

Piştî bûyerên îro, vîtrîna siyasî ya Birayên Misliman Partiya Edalet û Azadiyê bi deklarasyoneke nivîskî bang kir ku gelê Misrê li hemberî kesên bi maşîneyên zirxî şoreş ji wan dizîne rabin serhildanê.”

Partiya Edalet û Azadiyê, bi gotina “Tevayî komên navneteweyî û mirovên azad ji bo qetlîamên nû û dîsa li cîhana Ereban Sûriyeyeke din rû nede mudaxele bikin” bangawazî kir.

Her wiha El Nûr ku partiyeke Selefî ye, da xuyakirin ji hevdîtinên diyarkirina serokwezîr û avakirina hikûmeteke demkî xwe paşve kişandiye. El Nûr, destnîşan kir ku ji ber “Qetlîama” li ber Qişleya Parêzvanên Komarê xwe vekişandiye.