Li Misrê 120 kes hatin kuştin
Li Misrê 120 kes hatin kuştin
Li Misrê 120 kes hatin kuştin
Di navbera alîgirên Serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî û muxalifên wan de pevçûnên dijwar derketin. Hate gotin ku di pevçûnan de 120 kes hatine kuştin û 4 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.
Alîgirên Serokê Misrê Mihemed Mursî ku bi darbeyê ji desthilatdariyê hate girtin, li Derdora Raba El-Edewiya ya li Paytexta Misrê Qahîra xwepêşandan lidar xistin, lê rastî êrîşa alîgirên darbekaran hatin û di encamê de pevçûnên dijwar derket. Rayedarên Tevgera Birayên Mursilman diyar kirin ku hêzên ewlekariyê bi armanca kuştinê êrîş pêk anîne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di pevçûnan de bi dehan kuştî û bi hezaran birîndar çêbûne.
Têkildarî mijarê malpera fermî ya Birayên Mislman diyar kir ku hêzên ewlekariyê êrîşî xwepêşandan alîgirên Mihemed Mûrsî kirine. Li gorî nûçeyê ku çavkaniya xwe ji nexweşxaneya gerok girtine hejmara kuştiyan derketiye120’an û 4 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.