Li Misirê 116 xwendekar serbest hatin berdan

Li Misirê 116 xwendekar serbest hatin berdan

Li Misirê 116 xwendekarên ku bi beşdariya li xwepêşandanên ji bo Serokkomarê ji wezîfeyê hat xistin Mûhammed Mûrsî re dihatin sûcdarkirin ku tevlî bûyerên dijwariyê bûne û 6 meh in girtî bûn, hatin berdan.

Li paytexta Misir Qahîreyê di meha Adarê de, 116 xwendekar bi sûcdariya ku beşdarî bûyerên dijwariyê yên xwepêşandanên ji bo radestkirina wezîfeya Mûrsî bûne, hatibûn binçavkirin.

Li dû 6 mehên ragirtinê, ji ber ku der heqê sûcdariyên li wan tê kirin de ti delîl nehatin pêşkêşkirin dadgehê îro ew serbest berda.

Li Misirê di hilbijartinên sala 2012'an de Mûhammed Mûrsî bi ser ketibû. Mûrsî par di encama darbeya leşkeriyê de ji desthilatdariyê hatibû xistin û girtin. Li dû daxistina ji wezîfeyê ya Mûrsî li gelemperiya welêt xwepêşandan û bûyeran rû dan û bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Biratiya Misilman a Mûrsî jî endamê wê ye hat qedexekirin û gelek lîderên wê jî di nav de bi sedan endamên wê hatin girtin û cezayên giran ên girtinê li wan hat birîn.