Li Mêrsînê çalekiya piştgiriya bi girtiyên KESK’ê re
Li Mêrsînê çalekiya piştgiriya bi girtiyên KESK’ê re
Li Mêrsînê çalekiya piştgiriya bi girtiyên KESK’ê re
Platforma Şaxên KESK’ê yên Mêrsînê bi armaca piştgiriya girtiyên KESK’ê re li ber navenda PTT’ê daxuyanî da û qart şandin.
Endamên Platforma Şaxên KESK’ê yên Mêrsînê bi mebesta piştgiriya hevalên xwe yên girtî re li ber avahiya PTT’ê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên KESK’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û , ÎHD, BDP, HDP û endamên Meclisa Şaredariya Akdenizê piştgirî jê re kir.
Di çalekiyê de slogana “Girtiyên KESK’ê rûmeta mene” avêtin û pankarta “Girtiyên KESK’ê serbest berdin” vekirin. Di çalekiyê de li ser navê KESK’ê Serokê Şaxê Egitim Sena Mêrsînê Remzî Çiftçî daxuyanî da.
Çiftçî bal kişand li ser gotinên Cigêrê Serokê Giştiyê AKP’ê Huseyîn Çelik ya girêdayî girtiyên KCK’ê a “ PKK çekan berde em dikarîn li ser KCK’ê bi axivîn” got ku em îtirafin û bang kir ku divê hemû girtiyên KESK’ê serbest bên berdan.
Serokê Şaxê ÎHD’ê ya Mêrsînê Temîn Salmanoglu jî axavtinek kir û da diyar kirin ku, dema ku 10 hezar girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de be mirov nikare besa aştiyê watedar bike. Ji bo ku Tirkiye standartên demokrasiyê û aştiya hindirîn pêkbîne di vê di warê maf û azadiyê gavên girîng bavêje.
Piştî axivtinan qart ji girtiyên KESK’ê hatin şandin.