Li Meksîkayê di goreke komî de 13 term hatin dîtin
Li Meksîkayê di goreke komî de 13 term hatin dîtin
Li Meksîkayê di goreke komî de 13 term hatin dîtin
Rayedarên Meksîkayî ragihandin, ku li nêzî paytext Meksîko di goreke komî de 13 term hatine dîtin. Agahiyên destpêkê nîşan didin ku ji van pênc, termê ciwanên di Gulana bihurî de hatibûn revandin e.
Alîkarê Dozgerê Meksîko'yê Renato Sales da xuyakirin, ku ji termên li gora komî hatine dîtin, nasnameya 3 mêr û 2 jinan di encama testên DNA, deqên li laşê wan, împlant û protezan de hatine kifşkirin.
Lêkolînên ji bo tespîtkirina nasnameya 8 termên mayî dewam dikin. Lê belê rayedar dibêjin; ji ber ku bi tenê hestî mane, zehmete nasname û sedema mirina wan eşkere bibin.
Hêjayî gotinê ye, di meha Gulana bihurî de 7 jê zilam û 5 jin bi giştî 12 kesên ji 16 heta 34 salî ji aliyê komeke çekdar û bi maske ve hatibûn revandin. Vê yekê li paytext Meksîkoyê rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû.
Li gorî dozger hêj ev revandin ne hatiye zelal kirin. Li gorî dozger, ev bûyer parçeyek ji pevçûnên navbera komên "Union" û "Tepis" ên li Taxa Tepîto karên narkotîkê dike ye.