Li Marsilyayê protestokirina Licê û Gezî
Li Marsilyayê protestokirina Licê û Gezî
Li Marsilyayê protestokirina Licê û Gezî
Li bajarê Marsîlya ya Fransa şîddeta polîsan a Licê û Gezî hat protestokirin.
Qetlîama Licê û bûyerên Gezî, li Marsîlyayê hatin protestokirin. Çalakvanên ku di nav de endamên Malagel a Kurd a Marsîlya, Navenda Elewiyan a Marsîlya, Komeleya Berberî û Tevgera kesên bi hêrs a Zarî û Marsîlya jî hebûn duh êvarî meşek li dar xistin.
Çalakvanên ku ji Qada Canebîuere heya Qada Vîeux-Port meşiyan dijberî dewleta Tirk dirûşm qîr kirin.
Di çalakiyê de bûyera tecawizê ya li Çewlikê ji aliyê leşkerên Tirk ve li hemberî zaroka keç a 14 salî pêk hat jî hat protestokirin.
Her wiha biryara Danîmarka ya betalkirina lîsansa ROJ TV, NÛÇE TV Û MMC jî hat şermezarkirin.