Li Lozanê Cejna Kurdî hate pîrozkirin

Bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarê Lozanê ya Swîsreyê çalakî hate lidarxistin.

Li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Lozanê panelek hate lidarxistin. Piştî panelê Cejna Kurdî hate pîrozkirin û sertîfîkaya xwendekaran hate dayîn.

Piştî rêzgirtina şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdan, bi tevlêbûna nivîskar Yaqob Tilermenî û nivîskar Serhat Hemdem panelek hate lidarxistin.

Di panelê de hate gotin ku “Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî didome. Ji ber vê jî axaftina bi Kurdî helwesteke polîtîk e.”

Piştî panelê sertîfîkaya 10 xwendekaran hate dayîn ên ku tevlî kursa Kurdî ya 5 mehan bûbûn.