Li Londonê Festîvala Jinan a Zîlan û Anna hate lidarxistin

Li paytexta Îngîltere Londonê 16’emîn Festîvala Jinan a Zîlan û Anna hate lidarxistin.

Festîval dawiya hefteyê li Navenda Civaka Demokratîka Kurd ya li herêma Harîngey ku dikeve Bakurê Londonê pêk hat.

Di roja yekemîn a festîvalê de bi beşdarbûna Parlamnetera HDP’ê Pero Dundar û rêveberên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) panêlek hate lidarxistin.

Di panêlê de bûyerên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û tundiya li ser jinê hate gotûbêjkirin.

Heman rojê ji bo zarokan jî bernameya pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Roja Yekşemê jî di festîvalê de axaftin hatin kirin, sînevîzyon hate nîşandan, şano hate temaşekirin û muzîk hate guhdarkirin.

Piştî nîşandana sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Zîlan (Zeynep Kinaci) û HelÎn Qereçox (Anna Campbell) dike, ji rêveberên TJK-E Aliye Varto axivî.

Varto banga geşkirina rêxistinbûyî kir. Varto got ku divê kesayeta berxwedêr û bi biryardarî ya Zîlanê li hemû qadên rêxistinbûyînê de were belavkirin.

Piştî axaftinan şanoger Berrîn Çelîk şanoya ‘Daw’ pêşkêş kir. Piştre hunermend Beser Şahîn, Nûarîn û Sevîm Aslan derketin ser dikê.