Li Londonê 4 amadekarên êrîşê hatin girtin
Li Londonê 4 amadekarên êrîşê hatin girtin
Li Londonê 4 amadekarên êrîşê hatin girtin
Li paytexta Îngilîstan Londonê, 4 kesên amadekariya êrîşê dikirin, ku yek jê Tirk e, hatin girtin.
Hat îdîakirin ku kesên roja Yekşemê hatin binçavkirin, amadekariya êrîşeke li hemberî Îngilîstanê dikirin. Hat ragihandin ku kesên tên îdîakirina ji komên radîkal ên Îslamî ne, welatiyên Îngilîz ên bi eslê xwe Tirk, Azerî, Pakîstanî û Cezayîrî ne. Çapameniya Îngilîz, nasnameya etnîkî ya binçavkiriyan derdixîne pêş.
Tê gotin ku kesên hatine girtin, li hemberî Îngilîstanê xwedî planên cidî yên çalakiyê bûn û demeke dirêj dihatin şopandin. BBC ragihand ku kesên mijara gotinê ji aliyê komîteyeke ji MI5 û rêveberên payebilind ên daîreya têkoşîna li dijî terorê ya polîsê Londonê ve hatine binçavkirin.
Ekîbên lêpirsînê di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Îngilîz de bal kişandin ser dibêtiya pêwendiya bi Sûriyê re û diyar kir ku ew lêkolîn dikin ka pêwendiya bûyerê bi Sûriyê re heye yan na. Rojnameyê di nûçeya xwe ya li ser mijarê de ragihand ku ji Îngilîstanê nêzî 200 - 3000 kes ji bo 'cîhadê' çûne vî welatî.