Li Lîbyayê teqîn: 40 mirî

Li Lîbyayê teqîn: 40 mirî

Li Lîbyayê, di encama teqîneke li depoya alavên leşkerî yên artêşê de, li gorî agahiyên destpêkê 40 kesan jiyana xwe ji dst dan. Rayedarekî ji artêşa Lîbyayê da xuyakirin pêwendiya teqînê bi mişextvaniya çekan re heye.

Serheng Mûhammed Matûk daxuyanî da û got, "Li depoya alavên leşkerî yên li baregeha hewayî ya Barakê teqîn rû didin. Zêdeyî 20 mirî hene, ji ber ku teqîn dewam dikin em nikarin cesedan derxînin."

Matûk ragihand ku ew li ser gengaziya ku pêwendiya teqînê bi mişextvaniya çekan heye radiwestin û got, "Berê jî bûyerên diziyê derdiketin holê. Hejmara êrîşkaran bi giranî ji hejmara leşkerên depoyê diparêzin zêdetir e."

Wekî din hat diyarkirin ku li bajarê Bîngazî di êrîşa li dijî leşkeran de 4 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Al Jazeera, di pevçûnên li bajarê Bîngazî yê li rojhilatê Lîbyayê de, sê leşkerên Lîbyayê jiyana xwe ji dest dane.

Beriya niha di encama gulereşandina li wesayîta Tûgaya Piyade ya 1. ya Lîbyayê de, ji 2 leşkerên di wesayîtê de yek jê jiyana xwe ji dest da bû.