Li Lîbyayê 36 leşker mirin û 70 jî birîndar bûn
Li Lîbyayê 36 leşker mirin û 70 jî birîndar bûn
Li Lîbyayê 36 leşker mirin û 70 jî birîndar bûn
Li bajarê Bîngazî yê Lîbyayê di navbera leşker û muxalîfan de pevçûn derketin û 36 leşker mirin û 70 jî birîndar bûn.
Berdevkê artêşa Lîbyayê got: “Di êrîşa wesayîta bombebarkirî û pevçûnên rû dan 36 leşker mirine.” Berdevk diyar kir ku muxalefetê hewl daye ku balafirgehê bigire dest.
Di nava rojê de di dema derbasbûna konvoya leşkerî de wesayîteke bombebarkirî teqiya. Di vê teqînê de 3 leşker mirin.
Di saetên pêşde li cihê ku nêzî balafirgehê ye, sêyemîn wesayîta bombebarkirî teqiya.
Di êrîş û pevçûnên pêk hatin de 36 leşker mirin û 70 jî birîndar bûn.