Li Letonyayê banê marketekê hilweşiya: 25 mirî

Li Letonyayê banê marketekê hilweşiya: 25 mirî

Li paytexta Letonya Rîgayê banê marketekê hilweşiya û di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 33 kes birîndar bûn.

Li paytexta Letonya Rîgayê, banê marketeke 500 metrekareyî hilweşiya. Bûyer duh êvarê di dema herî qelebalix de rû da.

Li gorî agahiyên destpêkê 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 33 kes jî birîndar bûn. Rayedaran dan xuyakirin ku hînê bi dehan kes di binê xirbe de ne.

Hat ragihandin, sedema hilweşîna markera ku di sala 2011'an de hat çêkirin, xebatên ji bo avakirina qadeke lîstikan a ji bo zarokan li banê marketê bû.

Serokwezîrê Letonyayê Valdîs Dombrovskîs li cihê bûyerê lêkolîn kir û diyar kir ku dê berpirsyar werin cezakirin.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.