Li Letonyayê banê marketê hilweşiya: 43 mirî
Li Letonyayê banê marketê hilweşiya: 43 mirî
Li Letonyayê banê marketê hilweşiya: 43 mirî
Li paytexta Letonya Rîgayê ji ber hilweşîna banê marketekê 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, 38 kes birîndar bûn.
Li paytexta Letonya Rîgayê, di bûyera li banliyoya Zolîtûde de ekîbên alîkariyê ji bo rizgarkirina birîndaran xebatên xwe didomînin.
Dema ban hilweşiya, bi sedan kes li marketê bûn. Fikar tê kirin ku di binê xirbeyê banê marketê de zarokên diçin dibistana nêzî marketê jî hene.
Li gorî agahiyên dawî, 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, 38 kes jî birîndar bûn. Rîsk heye ku hejmara mirî û birîndaran di her kêliyê de zêde bibe. Agahiyeke zelal nîne ku di dema hilweşînê de li hundirê marketê çend kes hebûn.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li marketa bi navê Maxîma, ji aliyê 200 wezîfedar û leşkeran ve tên meşandin.