Li Leşkerê DYE'yî yê 16 sivîlên Efgan kuşt, cezayê bê dawî
Li Leşkerê DYE'yî yê 16 sivîlên Efgan kuşt, cezayê bê dawî
Li Leşkerê DYE'yî yê 16 sivîlên Efgan kuşt, cezayê bê dawî
Li leşkerê DYE'yî Robert Balles ê ku li Efganîstanê 16 sivîl kuşt, cezayê bê dawî hat birrîn.
Rûniştina biryarê ya Dadgeha Leşkerî, li Bargeha Leşkerî ya Washingot Lewis-McChord hat dîtin. Heyeta dadgehê cezayê bê dawî da Bales ê 40 salî.
Bales, bi parastina xwe ya beriya biryarê de anî ziman ku tişta wî kiriye adiyane ye û lêborîna xwe xwestibû.
Bales, di Adara par de êrîşî gundekî Efgan kiribû û bûbû sedema mirina 9 jê zarok 16 kesan.
Piştî vê bûyera ku li qada navneteweyî rê li ber nerazîbûnên mezin vekir, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) neçar mabû navberê bide operasyonên xwe yên li Efganîstanê.