Bi mebesta sala 40’î ya PKK’ê me bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re hevpeyvîneke berfireh kir. Di beşê pêşî yê hevpeyvîna me de me beşê pêşî da têkoşîna îdeolojîk a di salên 1973-1078’an de a li dijî avaniyê Kurd ê neteweperest û şovenên sosyal. Li gorî Bayik azweriya azadiyê ya ciwanên Apoyî yên hejar, xwepêçana bi giyanê serxwebûnê hêvî, dinamîzm û xwebawerî da gelê Kurd.
Di damezirîna PKK’ê e ya ku ciwan û xwendekar kirin pêşengê rizgariya gel çi bû? Bi vê gavê çi hate şikandin, çi hate bidestxistin?
Apoyî weke tevgereke ciwanan derketin ser qada dîrokê. Rêber Apo pêşî li Stenbolê û piştre li Enqerê di nav tevgerên ciwanan de cih girt. Rêber Apo piştî 1971’ê li Fakulteya Zanistên Siyasî qeyda xwe kiriye. Fakulteya Zanista Siyasî li Tirkiyê yek ji navenda tevgera ciwanan bû. Bi taybetî fakulteyeke wiha bû ku tevgera THKP-C tê de karîger bû. Mahîr Çayan, Huseyîn Cevahîr jixwe xwendekarên vê zanîngehê bûn. Dema ku weke sempatîzanekî THKP-C’ê dema ku li Fakulteya Zanistên Siyasî xwendekarî dike 20’ê Adara 1972’yê Mahîr Çayan û 9 hevalên wî li Kizildereyê şehîd dibin. Li zanîngeha ku Mahîr lê xwendekar bû, ciwanên şoreşger ji bo ku vê êrîşê şermezar bikin û şehadetê bi bîr bînin boykotek kirin. Pêşengiya vê boykotê jî Rêber Apo û çend hevalên wî yên ciwan kirine. Rêber Apo dema ku pêşengiyê ji vê boykotê re dike sempatîzekî ciwan ê şoreşger e. Li dijî vê jî dewletê di cih de bersiveke tund daye û xwendekarên ku boykot kiribûn girtin. Rêber Apo di nav wan kesan de ku boykot kiribûn tê girtin û dixin Girtîgeha Mamakê. Di girtîgeha Mamakê de gelek şoreşgerên girtî hene. Ji van sê kes jê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan in. Piştî boykota 30’ê Adara 1972’an a Rêber Apo bi mehekê Denîz Gezmîş û hevalên wî hatine darvekirin. Jixwe sedema ku Mahîr Çayan sê teknîsyenên Îngilîz girtin ew bû ku Deniz û hevalên wî ji darvekirinê xilas bikin. Lê piştî kuştina Mahîr Çayan û 9 hevalên wî bi demek e kurt Denîz jî hatin darvekirin. Ji bo darvekirinê ji beşa ku Rêber Apo jî lê bû birin Girtîgeha Ulucanlarê.
Li dijî darvekirinê helwesta Ocalan, nêzîkatiya wî çawa bû?
Rêber Apo li dijî van darvekirinan weke ciwanekî şoreşger sond xwariye ku bîranîna van şoreşgeran bide jiyîn. Dema ku vê sondê dixwe jî dibêje, ‘’divê ez têkoşîneke wiha bidim ku careke dî nekeve ber kontrola dewletê û di nêz de neyê çewisandin’. Ev hîsa berpirsyariyê li zindanê jiyaye û vîna xwe ya şoreşgeriyê tûj kiriye. Rêber Apo piştî bi 7 mehan ji zindanê derdikeve. Rewşeke normal e ku Rêber Apo piştî 7 mehan derkeve. Rêber Apo wan deman ne lîderê rêxistinekê ye, ne jî endamê rêxistinekê ye, ne jî tevlî çalakiyeke çekdar bûye. Tevlî nav çalakiyeke boykotê bûye ku di nav tevgerên ciwanan de her carê dikarin tiştên wiha bibin.
Rêber Apo piştî ku ji Girtîgeha Mamakê derdikeve demekê weke rêveberê tevgera ciwanan di nav têkoşîna ciwanan de demekê bi çalakî û pêşengî dimîne. Dema ku li Fakulteya Zanistên Siyasî rêxistiniya ciwanan dike di nav desteya payebilind a ADYOD’ê de cih dikire û hewl dide ku ciwanan bi rengekî radîkaltir rêxistinî bike. Di nav ADYOD’ê de komên reformîst hebûn. Ji bo vê Rêber Apo ji bo komên dî yên şoreşger tevgera ciwanan bikişînin ser xeteke radikal armanc kirin ku di rêveberiya ADYOD’ê de û di xeta wê ya têkoşînê de hin guhartinan pêk bînin.
Rêber Apo di vê pêvajoyê de her wiha bi doza Kurd re jî têkildar bû. Rêber Apo dema ku di pêvajoya tevgera ciwanan de mijûl dibû her wiha hewl dida ku civaka Kurd û rastiya wê jî fêhm bike. Li ser wê zemîna ku rastiya gelê Kurd û mêtingeriya li ser wê analîz bike ji bo ku gelê Kurd bigihije jiyana azad û demokratîk ji bo avakirina têkoşîna siyasî lêhûrbûnên xwe geştir kirin. Destpêkê her çendî hewl da ku bi hêzên şoreşger ên Tirkiyê re bi hevkarî tevbigere jî piştre ji ber nêzîkatiyên ne têrkar ên tevgerên çepgir ên Tirkiyê Rêber Apo bi biryara ku rêxistiniyeke cuda û têkoşîneke cuda li Kurdistanê ava bike komek ava kir. Koma Apoyî ji destpêkê ve di nav tevgera ciwanan de bi çalakî cih girt. Vê komê navê şoreşgerên Kurdistanê li xwe kiriye. Lê hêzên siyasî yên li derveyî vê navê Apoyî lê dikirin.
Ramanên Rêberê Gelê Kurd wê demê çi bûn?
Rêber Apo dema ku ji bo azadiya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê bi rê ketî, dema ku civana Kurdistanê û mêtingeriya li ser Kurdistanê dinirxand ev rasteqînî tim ditiye: Li Kurdistanê ti hêzeke ramanî ya ku li berjewendiya rastîn a gelê Kurd, jiyana azad û demokratîk, jiyana serbixwe bifikire nîn e. Li nav gelê Kurd û di civaka Kurd de civakeke ku ji bo xwe bifikire nîn e. An jî ramena ku li rastiya xwe bifikire nîn e. Ji vê hêlê ve civaka Kurd li bin mêtingeriya ramanî, îdeolojîk û hişmendî ji wê rewşa ku bikaribe li xwe, ji bo xwe bikfikire hatiye derxistin, ji bo ve jî rastiyeke gel a ku ji bo hine di dijî, rastiyeke civakî ya bi vî rengî heye, gihaştiye encameke wiha. Ji bo vê jî daye ber xwe ku li Kurdistanê ji bo ku jiyaneke azad û demokratîk were bidestxistin û ji bo ku têkoşîna serxwebûnê were dayîn beriya her tiştî pêdivî bi avakirina hêza ramanî heye, ji bo ve jî armanc kiriye ku rastiya Kurd baş were naskirin û hewl daye komeke ku li ser vê rastiyê bifikire ava bike. Li ser vê zemînê hatiye armanckirin ku weke komekê hêzeke ramanî û asteke rêxistinî ya ku ji bo jiyaneke azad û demokratîk, têkoşîna serxwebûnê li ser hîmê rast were dayin ava bike. Di nav vê çarçoweyê de biryar li ser wê hate standin ku rêxistiniya ciwanan û zanakierina wan girîng e. Ji bo vê jî lêhûrbûna pêşî û hewldanên pêşî yên koma Apoyî ew bû ku komeke li dor ramanê civiyayî were avakirin. Ji vê hêlê ve jî hate armanckirin ku ciwanên rêxistinkirî li ser rastiya civakî û gel hûr bibin.
Çima bi taybetî rêxistiniya ciwanan hate hilbijartin?
Ji ber ku îdeoloijiya herî pêşverû ya serdemê sosyalîzm jî di serî de karker, rêxistiniya kedkar û gundiyan dabû ber xwe. Ji bo vê jî li Dîlokê, Rihayê, Amed, Êlihê, Dersim û Serhedê xebat hatin zêdekirin. Qadên ku koma Apoyî lê hûr bûbû ew qad bûn ku ciwan û karker lê hebûn. Bi bidestxistina ciwanan hate armanckirin ku qedroyên ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re bikin werin avakirin. Ji ber ku li nav Kurdan û li Kurdistanê ji bo civakeke ku ji bo xwe, ji bo azadiya xwe difikire û têkoşîna vê bide were avakirin girîng bû ku qedroyên ku hêza wan a ramanê xurt were avakirin. Ev jî encex li nav qadên ciwan û kedkaran dikarîbû bihata çêkirin. Pêdivî bi mirovên wiha hebû, bi yên zane, bawerî bi jiyana azad û demokratîk anîn û li ser vê zemînê berê xwe bidin pratîkê. Ev jî di nav ciwanên rewşenbîr û kedkar de dikarîbûn derkevin. Ji ber vê sedemê ye ku koma Apoyî di demên pêşî de ji bajaran dest bi rêxistiniya xwe kir. Xebatên bi vê çarçoweyê di nav demeke kurt de di nav ciwan û xwendekaran de belav bû, rêxistiniyeke girîng hate avakirin. Ji bo van ciwanan jî xebatên qedroyan hatin geşkirin.
Koma Apoyî weke hêze têkoşîna îdeolojîk derkete ser qada dirokê. Jixwe dema ku dîroka PKK’ê tê nirxandin serdema 1973-1978’an weke serdema têkoşîna îdeolojîk tê binavkirin. Bi rastî jî di vê serdemê de ciwan bi perwerdeyê dibûne qedro, li ser zemîna vê perwerde û hişmendiyê, li dijî komên şovenên sosyal ên Tirkiyê û li dijî komên netewperestên reformîst têkoşîneke îdeolojîk hatiye kirin. Bi vê têkoşîna îdeolojîk li Kurdistanê gelek qalibên hişmendiyê hatine şikandin. Di nav ciwanên Kurd de ew hişmendiya ku dikarin li dijî mêtingerê têbikoşin ava kiriye.
Wê serdemê li Kurdistanê gelek kom hebûn xurt bûn. Çi cihêtiya we ji wan hebû?
Ew reformîst û netewperest bûn, ji wan weye ku bi rêyên hêsan wê bikaribin Kurdistanê azad bikin. Mêtingeriya dewleta Tirk baş tênedigihiştin. Karekterên qirker ên vê mêtingeriyê baş nedidîtin. Mêtingeriyeke wiha hebû ku bi temamî tinekirina Kurdan dabû ber xwe û ji bo vê jî her cure rê û rêbaz diceribandin. Ji bo ku baş bi vê tênegihiştibûn, ji wan weye ku bi hêsanî rizgariya Kurdistanê dikare pêk were, hişmendiyeke wiha, hişmendiyeke rêxistinî ya bi vî rengî û xeteke wan a têkoşînê ya bi vî rengî hebû. Bi vê li Kurdistanê dev ji têkoşînê biqerin pelek jî ji cih nedikarî were lebitandin. Ciwanên ronak ên koma Apoyî bi rêxistiniya ciwan û karkeran, bi hişmendiya şoreşger û rihê şoreşger ê dayî wan, li Kurdistanê ev hişmendiya reformîst û netewperest bi paş xist.
Her wiha li dijî hişmendiya şovenîstên sosyal ên ku di nav çepa Tirk de bûn û di nav jiyana siyasî ya Tirk de karîger jî bûn têkoşîna îdeolojîk hate dayin. Bi diyarkirina ku li Tirkiyê şovenîzmeke sosyal a xurt heye û ev şovenîzma sosyal a li Tirkiyê doza Kurd fêhm nekiriye, ne bi wê hişmendiyê ye ku bersivê bide têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd, bi ser de, bi wê diyarkirina ku nikare înkariya xurt a li Tirkiyê bişkîne, li dijî komên çepgir ên li Tirkiyê têkoşîneke îdeolojîk hate dayin.
Bi têkoşîke îdeolojîk a ev çend kûr we çi guherand?
Bi rastî jî bi têkoşîna çend salan li Kurdistanê gelek tişt hatin guherandin; li Kurdistanê şoreşa hişmendî pêk hat. Di nav ciwanên Kurd de fikra ku tenê bi têkoşîneke mîlîtaniya şoreşger Kurdistan dikare azad bibe çêbû. Heta wê demê li Kurdistanê yên ku tim pêşengî ji siyasetê re dikirin, ên ku bi siyasetê re mijûl bûn, tim zarokên axa û began bûn. Zarokên eşîrên navdar bûn. Apoyî, bi têkoşîna îdeolojîk a bi fikra sosyalîst, li Kurdistanê tevgereke wiha ku hejar, kedkar, gundî lê karîger bûn derxiste holê. Li Kurdistanê komên ku zarokên axa, beg, eşîran tê de karîger bûn her ku çû qesl bûn. Li şûna an Apoyî yên ku zarokên gel ên kedkar, hejar di nav de bûn li Kurdistanê bû tevgera siyasî ya geş.
Azweriya ciwanên hejar, xwepêçana wan a bi giyanê serxwebûnê, pêbawerî û dînamîzmek da Kurdan. Di şexsê van ciwanan de baweriya Kurdan a bi siberojê zêde bû. Ji ber ku van ciwanan ji dînamîzma xwe û ji hêza xwe bawer dikirin. Van ciwanan tov li xaka Kurdistanê çandin. Gelê Kurd dît ku ev ciwan cuda ne. Van ciwanan bi temamî xwe dabûna têkoşîna azadiyê. Karê xwe û dibistana xwe berdabûn. Têkiliyên xwe yên bi malbatê re jî sînordar kiribûn. Hemû jiyana xwe dabûne azadiya gelê Kurdistanê û jiyana demokratîk. Ev ciwanên ku qedroyên pêşî yên Apoyî bûn dibistanên xwe hiştin, xeyalên burjuvajiya biçûk a ku çêkiribûn berdan, hemû pirên xwe yên bi rabirduyê re danîbûn hilweşandin. Ev ji bo Kurdistanê rewşeke nû bû. Êdî komeke wiha derketibû holê ku ji bilî rastiya xwe û û jiyana azad li tiştekî nedikirîn û rameneke dî ya li derveyî vê di jiyana xwe de nedihiştin. Şoreşgerên Kurdistanê, koma Apoyî ne tenê di nav ciwanên Kurd de, di nav nav hemû gelê Kurd de, di nav kedkar, gundiyan de kelecaniyek çêkir. Cara pêşî hişmendiyeke wiha çêbû ku ne axa, beg û eşîrên navdar lê gel wê bibe hêz, gel esas digire, girîngiyê bi gel dide. Ev jî di dîroka Kurdistanê de dihate wê wateyê ku cara pêşî hejar, kedkar li xwe bawer bin, bi hêza xwe, bi tevger ciwanan tevlî nav têkoşîna siyasî bibin. Vê jî di diroka Kurdan û Kurdistanê de rê li ber gelek geşedanên girîng vekiriye.
PKK ji bo gelê Kurd hem ji hêla rêxistiniyê ve û hem jîi hela îdeolojîk ve mohra xwe li gelek rêgezan da. Lê bi guleya pêşî re hilweşîna qereqolên di hiş de pir girîng bû. Ev rêgez, bi taybetî jî guleya pêşî çi ava kir?
Bêguman yek ji gava pêşî rast tespîtkirina rastiya Kurd bû. Redkirina jiyana berdest a Kurdan bû. Belkî di dîrokê de ti rêberekî siyasî û civakî civaka xwe, rastiya civakî ev çend pir bi qadî Rêber Apo rexne nekiriye. Bêguman gelek rêberên siyasî rexne li civaka xwe aniye. Di têkiliya Pêxember Mûsa da a bi Yahûdiyan re asta rexneyê zêde ye. Jixwe bê rexneyê avakirina ya nû ne pêkan e. Hemû pêngavên mezin, gavên mezin bi rexne û rapirsînê tên. Ji vê hêlê ve Rêber Apo û PKK tevgereke wiha bû ku tim bi rexneyan û bi rapirsînan mohra xwe li gelek nûjeniyan daye. Rêber Apo rastiya gelê Kurd pir tund rexne kiriye û di mijara bi xwe baweriyê de jî rêgezeke sereke daniye holê. Tim gotiye divê Kurd bi hêza xwe bawer be, bi hêza xwe bawer be dikare heq ji her cure kêşeyan derkeve. Ji vê hêlê ve pir girîng e ku bi wê civakê re ku baweriya wê bi wê nemaye, hêviya wê ji siberojê nemaye, hêviya wê şikestiye, bawerî çêbike. Pir girîng bû ku gel bi rêxistiniyê bibe hêz, bîne rewşeke wiha ku li dijî serweran derkeve. Bi rastî jî di dîroka Kurdistanê û gelê Kurd de xala fetloneka dîrokî ye ku ji nav gel, hejaran, çewisandiyan hêzeke ku ji kontrala serweran derketî, ew bi xwe bûyî hêz were avakirin.
Wiha pêngavîbûna PKK’ê û Rêber Apo, tim têkoşerbûna, tim bi însîyatîvbûn, tim bi xwe baweriyê gavavêtin, ji bo pêngava gerîla ya 1984’an ku weke guleya pêşîn tê binavkirin jî bûye sedema sereke. Pêngava gerîla wiha hêsan çênebûye. Dev ji hêzên derve biqerin, baweriya bi pêngaveke wiha ya derdora siyasî, di nav PKK’ê bi xwe de jî di vê mijarê de qelsî çêbûne. Dewleta Tirk jixwe bawer dikir ku Kurd wê careke dî nikarin rabin. PKK’ê beriya 1980’yî jî geşedanên mezin bi xwe re anîbûn. Lê bi darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hate xwestin ku tovê ku PKK’ê li Kurdistanê avêtî bi temamî were ziwakirin. Rêber Apo bi xîret, bi hewldaneke mezin, di rewşeke wiha de ku li Tirkiyê her kes hatibû bêdengkirin, li Kurdistanê gel hatibû çewisandin, tevgereke zêde ya êrîşê hebû, pêngava gerîla da lezandin. Bi kêferat, ked, baweriyeke mezin, qedro û rexistin kişande têkoşîneke wiha û 1984’an pêngava gerîla da destpêkirin. Rêber Apo bi kedê, bi kêferatê, bi ferzkirinê, bi zorê pêngaveke wiha daye destpêkirin.
Dema ku faşîzma 12’ê Îlonê herî geş bû, di dema ku dewleta Tirk xwe herî xurt didît, di wê demê ku digot ti hêz wê nikare derkeve pêşberî wê PKK’ê, bi rêbertiya Rêber Apo pêngava 15’ê Tebaxê daye destpêkirin. Bi vî rengî ew tabûya ku mirov nikare li pêşberî dewleta Tirk şer bike hatiye şikandin, tertûbelavkirin. Ji ber ku raperînên berê di demeke kurt de hatine serkutkirin, berxwedan di demek kurt de hatine çewisandin. Wiha jî di nav Kurdan de hişmendiya ku li dijî dewleta Tirk nikarin li ber xwe bidin zêde geş bûbû. Ha ji gelê Kurd ê ku difikirî êdî nema li ber xwe bidin û xwe daye ber mirinê, bi vînekê, bi hêza xwe pêngava gerîla hatiye destpêkirin. Ev pêngav nîşan dide ku têgiha hêza xwe, bi xwe baweriyê, dijwarî her çi dibin bila bibin, mirov dikare têbikoşe li Kurdistanê meyiyaye û pêk hatiye.
Lê ew hişmendiya bi Kurdan re ku bi xwe ne bawer bû, ku digot nikare tiştekî bike û em nikarin gavekê bavêjin ji hev hatiye feşkilandin. Ji bo ve jî bi guleya pêşî re hilweşandina qereqolên di hiş de hatiye gotin. Guleya pêşîn ku pêngava 15’ê Tebaxê bû, bi esasî ne darbek li qereqolên mêtingeriya Tirk hatiye xistin, ji vê bêhtir bûye derbeke li qereqolên di hişmendiya Kurdan de hatiye xistin. Qereqolên di hişê Kurdan de bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bi carekê re hatine rûxandin. Dîwarên qereqolê derb xwarine û hatine hêrifandin. Ev ji bo Kurdan bûye şokeke mezin. Çawa ku di tibê de tedawiyên şokê hebin, 15’ê Tebaxê jî ji helekê ve bi rola şoka tedawiyê rabûye. Gel dîtiye ku Kurd jî dikarin têkoşîna gerîla bidin, dikarin li dijî dijmin serî rakin, li ber xwe bidin. Ji bo vê jî bi vê guleya pêşî re gelek tişt guherîne.
Guleya pêşîn hate avêtin, domdarkirina pêngavê ne zehmetir bû?
Rêber Apo bixwe jî nirxandineke wiha dike, ‘’Piştî ku guleya pêşî hate avêtin ez jî ketim wê fikarê gelo ev ê 24 saetan bidome, 28 setan, 72 setan, heftiyekê, mehekê. Her roja ku derbas dibû moreleke mezin bi me re çêdibû. Her saet, her roja ku derbas bû, fikra ku ‘em dikarin bi ser bikevin’ bi me re çêdikir.’’ Pir girîng e ku ev guleya pêşî hate avêtin û zevt kir. Ji ber ku piştî guleya pêşî Ozal got, ‘’Çend çepel in, di çend saetan de em ê çareser bikin.’’ Dewleta Tirk wiha nêz dibû. Bi rastî jî pir girîng bû ku pêngava gerîla ya ku li dijî dewleta Tirk dest pê kirî were domdarkirin. Ev ê pêk bihata, ev guleya pêşî wê zevt bikira? Bêguman Rêber Apo jî, PKK jî pir biryardar bû; bi israr bû ku têkoşîn domdar be; bawer dikir ku bi teqezî bi ser bikeve. Lê dîsa jî ne karekî hêsan bû. Li Rojhilata Navîn, li dijî dewleta Tirk destpêkirina şerekî wiha, mayina li ser piyan geşedaneke mucîzeyî bû. Guleya pêşî ji vê hêlê ve gaveke mûcîze avêtiye. Rê li ber geşedanên mûcîzeyî vekiriye.
Gel bi pêngava 15’ê Tebaxê pir coşdar bûye. Ji dil û can destek daye vê pêngavê. Ciwanan, jinan, hemû civakê berê xwe daye çiyayan. Dilê her kesî bi çiyayan re kiriye kutekut. Li çiyayan her çalakiya gerîla kelecaniyeke mezin çêkiriye. Êdî dil û hişê gelê Kurd bi gerîla re bûye. Di dîrokê de belkî jî hîseke wiha çênebûye; hîseke wiha tîr belkî nejiyaye.
Dema ku hatiye ditin têkoşîna gerîla salekê, du salan, sê salan, çar, pênc salan dom kiriye, baweriya gel a bi gerîla zêde bûye; vê jî kiriye ku gelê ku bi dil û hişê xwe bi gerîla re bû rabe ser piyan. Rabûna serhildanê ya Kurdan, ragihandina wê baweriyê ye ku ev guleya pêşî wê biçe serfiraziyê.
Serhildanên pêşî, berxwedanên pêşî ji bo ku di demeke kurt de hatine serkutkirin, gel bi mehan, bi salan şopandiye. Gerîla têkoşîneke wiha daye, bi vê têkoşînê re her roj hişmendiya Kurdan zêde bûye, hişmendiya Kurdan guherandiye, jiyan û têkiliyên wê guherandiye,teşeyekî nû daye ciwanan, jinan, yixtiyaran û Kurdê nû ava kiriye. Hêza guherîner û veguherîner a gerîla, karekterê wê ji 1988’an dest pê kiriye û heta salên 1990’î encama ku gel rabe ser piyan derxistiye holê. Gerîla yê ku ji Botanê dest pê kirî, li hemû çiyayên Kurdistanê û li deştan belav bûye.
Gerîla neyêniyên ku di dîrokê de di bin serweriya mêtingeriyê de çêbûyî, ramanên neyênî avêtiye û bûye ew rasteqîniya ku Kurdan ji nû ve ava dike. Ji bo vê jî gerîla tenê nebûye berxwedaniyeke çekdar, hîs, raman, hişmendî, jiyan, dahatu, rabirdu û nerîna Kurdan guherandiye, bûye xwedi karigeriyeke radîkal. Di dîrokê de ti tevgereke gerîla di nav civakê de guherîn, karîgeriyeke wiha nekiriye.
Guleya pêşî ber bi salên 1900’î ve bi serhildanan re şoreşa netewî, şoreşa siyasî, şoreşa demokratîk, şoreşa sosyal, şoreşa çandî bi xwe re aniye. Dîroka serhildanên van salan bûye şoreşa demokratîk, netewî, siyasî, sosyal û çandî. Kurd bi van şoreşan, di nav şoreşan de şoreş jiyaye û nirxên nû bi dest xistiye. Rasteqiniyeke gel ku nirxên nû ava dike derxistiye holê. Bi serhildanan derketine derve ya jin, zarok, ciwan, yixtiyaran, derketina wan a li meydanan, li gel her cure zext û zordariyan jî rabûn wan, encama pêngava 15’ê Tebaxê ye ku em jê re guleya pêşî dibêjin.