Li Komara Efrîka Navîn komkujî

Li Komara Efrîka Navîn komkujî

Hata ragihandin ku di bûyerên tundiyê yên li paytexta Komara Efrîka Navîn Bangûî herî kêm 300 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahîyên ku bi dest ketine, di pevçûnên dijwar ên du rojin li paytext Bangûî di navbera Misilman û Xiristiyanan diqewime de herî kêm 300 kes mirine. Li gorî daxuyaniya Xaça Sor, wezîfedarên saziyên heta niha nêzî 300 cesed kom kirine. Tê gotin ku piştî tarî ket erdê xebatên komkirinê yên xebatkaran hatine rawestandin û hînê li gelek herêmên cuda yên bajêr cesed hînê li kolanan e.

Piştî ku Fransa daxuyanî da ku ewê mûdaxelaya leşkerî li welet bikin pevçûn zêdebûn û di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de leşkerên Fransî li hin nuqteyên paytextê dixwazin nuqteyên ewlekariyê saz bikin.

Li vî welatê ku bi giranî Xiristiyan lê dijîn, piştî hilweşandina Bozîze, Mîşel Cotodîa xwe weke yekemîn Serokdewletê Misilman ê welêt îlan kir û li ser vê yekê pevçûn zêde bûn.

Hat ragihandin ku piştî hilweşandina Serokkomar, li Komara Efrîka Navîn a xwedî nifûsek ji 4 mîlyon û 600 hezarî, ji sedî 10 ê nifûsa welêt ji ber pevçûnan welat terikandine.
 
Li welêt niha girêdayî hêzên aştiyê yên Efrîka 2500 leşker hene. 

Li gorî biryara ku Neteweyên Yekbûyî  ji bo salek daye, hejmara leşkerê ku li heremê erkdarin derket 3 hezar û 600’î û li herêmê nezî 1200 leşkerê Fransî wê werin bicihkirin.