Li Kolombiya pevçûn: 17 leşker mirin

Li Kolombiya pevçûn: 17 leşker mirin

Li rojhilatê Kolombiyayê, ji leşkerên ketin kemînê 17 jê hatin kuştin. Nayê zanîn ka gerîlayên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ê Kolombiyayê (FARC) an jî Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) kemîn danîne pêşiya leşkeran. Li herêma mijara gotinê ku li ser sînorê Venezûelayê ye, hêzên herdu rêxistinên gerîla hene. Di pevçûneke din a li başûrê welêt de, 4 leşker mirin, der heqê wendahiya gerîlayên FARC'ê de agahî nehat stendin.

Hikûmeta Bogota û FARC'ê, ji bo dawî li şerê 50 salan bîne, ji Mijdara par û vir ve li Kubayê hevdîtinên aştiyê dikin. Hikûmeta Bogota, li gel hevdîtinên aştiyê û agirbesta yekalî ya FARC'ê jî, dawî li oeprasyonên xwe neanî. FARC'ê jî dabû xuyakirin ku ewê bi agirbestê re dilsoz bin, lê li ser bingeha parastinê têkoşîna xwe dewam bikin û cih bi cih li qadên operasyon hatin meşandin, pevçûn derketin.

Kemîn û pevçûna roja Şemiyê li herêm bejahî ya Arauca ku weke El Mirdisco jî tê zanîn, rû da. Di encama kemînê de herî kêm 17 leşker hatin kuştin û hat îdîa kirin ku çend gerîla jî bi birîndarî dîl hatine girtin.

FARC'ê roja Şemiyê dabû xuyakirin ku ji bo nîşandan niyeta xwe ya baş a li hevdîtinên aştiyê, ewê leşkerekî Emerîkî yê dîl di destê wan de ye, serbest berde. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku leşkerê dîl Kevîn Scott Sutay ê roja 20'ê Tîrmehê li El Retorno dîlhatibû girtin e. DYE der heqê leşkerê mijara gotinê de îdîayên ku ji bo operasyona leşkerî li herêmê bû derewand û îdîa kir ku leşkerê mijara gotinê weke tûrîst çûye herêmê û ti eleqeya wî bi şerê navxweyî yê Kolombiyayê re tineye.

Hêjayî gotinê ye, di rewşa heyî de li gel xiyaneta navxweyî û wendahiyên ji ber operasyonan, zêdeyî 10 hezar gerîlayên FARC'ê hene.

Li ser navê FARC'ê serkêşê danûstanên aştiyê Ivan Marquez roja Duşemê ji televîzyona RCN re peyivîbû û diyar kiribû ku dawîbûna şerê 50 salî nêz e û diyar kiribû heta meja Mijdarê dibe ku lihevkirin pêk were. Marquez anîbû ziman ku ji bo têkûzkirina aştiyê pêwistî bi demê heye û gotibû, "Aştiyeke nebaş, ji şer xerabtir e."

Li Kolombiyayê ji sala 1960'î û vir ve, li dijî destdanîna dewlet û axayên erdê ya li erdên gundiyan, FARC şerê çekdarî dimeşîne. Di şerê zêdeyî 50 salî de, zêdeyî 600 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 3 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.