Li Kobanê û Helebê ‘Hozan Mizgîn’ bibîr anîn

Hunermenda Kurd û gerîla Hozan Mizgîn di salvegera 29’an a şehîdbûna xwe de li Kobanê û Helebê hate bibîranîn.

Bi dehan endam û rêveberên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê û Tevgera Kevana Zêrîn li qada navenda Baqî Xido bi merasîmekê şehîd Mizgîn bibîr anîn.

Endama rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn Gulçîn Hiso di merasîmê de axivî û diyar kir ku tevgera Kevana Zêrîn li ser şopa hozan Mizgîn e.

Gulçîn got ku şehîd Mizgîn jineke şoreşger, fermandar û hunermend bû û behsa rola jinên Kurd di pêşxistina çand û hunera kurdî de kir.

Gulçîn destnîşan kir ku divê jinên Kurd hîna zêdetir kar bikin da ku çanda kurdî mayînde bikin û bi pêş bixin.

Gulçîn da zanîn ku li her maleke Kurdan dengê stranên şehîd Mizgîn bilind dibe, ku wê bingeha hunera kurdî daniye.

Merasim bi pêşandana senevizyonekî li ser jiyana şehîd Mizgîn bi dawî bû.

HELEB

Hunermend Mizgîn li Navenda Cemîl Horo ya taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê, bi merasîmekê hate bibîranîn.

Di merasîmê de endama rêveberiya navendê Hediya Osman şehîd Mizgîn û hemû şehîdên azadiyê ku ji bo doz û welatê xwe têkoşiyan, bi bîr anîn û piştre strana “Lo hevalno” ya şehîd Mizgîn strand.

Piştre koma Şehîd Vejîn ya stranan hejmareke stranên şehîd Mizgîn û hin stranên din ên şoreşgerî gotin.