Li Keşmîrê tengezarî: 5 leşkerên Hîndîstanê hatin kuştin
Li Keşmîrê tengezarî: 5 leşkerên Hîndîstanê hatin kuştin
Li Keşmîrê tengezarî: 5 leşkerên Hîndîstanê hatin kuştin
Li bakurê Keşmîr û Jammû yên Hîndîstanê ku li ser sînorê Pakîstanê ye, 5 leşkerên Hîndû di encama êrîşekê de hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Hîndîstanê de cih girtin, di encama êrîşeke li dijî nuqeya kontrolê ya li bakurê Keşîr û Jammû, 5 leşkerên Hîndû jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Hîndîstanê ji êrîşê Pakîstan berpirsyar dît. Berdevkekî artêşa Pakîstanê bûyer derewand û îdîa kir ku li herêmê ti bûyer neqewimiye.
Bûyera mijara gotinê li pêvajoyeke welê rast hat ku hikûmeta nû ya Pakîstanê hat ser desthilatdariyê û herdu welatan xwe amade dikir dest bi hevdîtinên aştiyê bikin. Hevdîtinên aştiyê yên navbera her du welatan, di meha Çileyê de li herêma li ser sînor, bi serjêkirina leşkerekî Hîndû, qut bûbûn.
Keşmîr yek ji mijarên ku ev 60 sal in di navbera Hîndîstan û Pakîstanê de rê li ber tengezariyê vedike heye. Her du welat li ser Keşmîrê îdîaya mafên xwe dikin.