Li Kerkûkê 2. Festîvala Rewşenbirî û Hunerî hate lidarxistin

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi beşdarbûna hunermendên pêkhateyên bajêr 2’emîn Festîvala Rewşenbirî û Hunerî hate lidarxistin. Di dawiya festîvalê de xelat ji bo hunermendên bajêr hate dayîn.

Îro bi tevlîbûna gelek welatî, rewşenbîr û hunermend li salona xwendekaran 2’emîn festîvala rewşenbîrî û hunerî hate lidarxistin.

Festîval bi vekirina pêşangehekî wêneyan dest pê kir ku ji aliyê xwendekarên Peymangeha Hunerên Xweşik a Bexdayê ve hatibûn kêşandin.

Di dewama festîvalê de ji aliyê helbestvan Hesam Sebauy ve çend helbest, stran hate gotin. Li aliyê din ji aliyê Koma Muzikê ya Mezopotamya, Koma Meqamê Iraqî û Peymangaha Hunerên Xweşik a Kerkûkê ve jî çend helbest û stran hatin pêşkêş kirin.

Di dawiya festîvalê de ji ber karê hunerî yê li bajarê Kerkûkê xelat ji bo hunermendên bajêr Dr. Edbulkerîm Xelîfe, Omer Mufeq, Hewar Faris, Sebah Bazirgan, Îwhana Mirza, Necat Şikur, Mihemed Qasimû Ramiye hate dayîn.