Li Kanadayê tren ji rê derket: 1 mirî 80 winda
Li Kanadayê tren ji rê derket: 1 mirî 80 winda
Li Kanadayê tren ji rê derket: 1 mirî 80 winda
Trenekî ku petrola xam lê barkirî li qesebaya La Megantîc a dikeve rojhilatê Kanadyê ji rayan derket û teqiya. Hate ragihandin ku, di encama teqînê de herî kêm kesekê jiyana xwe ji dest da û 80 kes jî windane.
Bûyer duh di demjimêrên sibehê de li qesabaya Lac Meganîc ku 250 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Montrealê rûda. Hate diyarkirin ku, trena mijara gotinê bêy ku makînîst li ser be bi awayek parkirî xebitiye û 11 km rê çûye û ji rayan derketiye.
Piştî ku ji rê derket, vagonên ku petrol têde bûn teqiyane û di encamê de di qesabeya şêniya wê 6 hezar kes de 40 avahiyan zirarek mezin dîtiye.
Li qesabeyê 2 hezar kes hatin tahliye kirin, polîsan li herêmê yek kîlometre dorpêça ewlehiyê danî.
Di encama bûyerê de bi awayek fermî heya niha gihane termekê. Lê belê îtfayeya qesabeyê got, herî kêm 80 kes winda ne. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê berdewam dikin û fikar hene ku hêjmara miriyan zêde bibe.