Li Kabîlê êrîşên întîxarî

Li Kabîlê êrîşên întîxarî

Li paytexta Kabîl a Afganîstanê di êrîşên întîxarî yên li dijî otobusa leşkerî pêk hatin de 7 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn. Her du êrîş jî Talîbanan girt ser xwe û gotin 20 kes mirine.

Li paytexta Kabîl a Afganîstanê li dijî otobusên leşkerî êrîşên întîxarî pêk hatin û 7 kes mirin 15 kes birîndar bûn. Êrîş rojek piştî lihevkirinên ewlehiya bi Washîngtonê re hatiye îmzekirin pêk hat.