Li Japonyayê giraveke nû ava bû

Li Japonyayê giraveke nû ava bû

Hezar kîlometre dûrî paytexta Japonya Tokyoyê, di encama aktîvîteyên volkanîk de giraveke biçûk a 200 metre berfireh ava bû. Ji girava ku di encama teqîna volkanê de çê bû, dûxan hînê radibe.

Rayedarên Japon dîmenên giravê weşandin. Girava li başûrê girava volkanî Nîshînoshîma yekemcar roja Çarşemê ji aliyê ekîbên ewlekariya peravê ve hat dîtin.

Rayedaran dîmenê giravê kişandin û diyar kirin ku aktîvîteyên çiyayê volkanîk hînê dewam dike. Li Japonyayê herî dawî di sala 1973'an de girava bi navê Shînshîma-Nîshînoshîma di encama aktîvîteyên volkanî de derketibû holê. Beşek mezin a girava nayê bikaranîn, di binê avê de ma.

Şefî Ekîbên Ewlekariya Peravê da xuyakirin ku ji sala 1945'an û vir ve çar an jî pênc giravên bi vî rengî ava bûne. Heman çavkanî diyar dike ku girav di demeke kurt de bi xeteriya binavbûnê re rû bi rû dimînin.