Li Îzmîrê ji bo şervana YPG’ê Xedra mewlûd hat dayîn
Li Îzmîrê ji bo şervana YPG’ê Xedra mewlûd hat dayîn
Li Îzmîrê ji bo şervana YPG’ê Xedra mewlûd hat dayîn
Di konê sersaxiyê ya ji bo şervana YPG’ê Xedra Erkek (Ronahî Efrîn) ku li Rojava di encama pêvçûna di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên El Nusra de derketî de jiyana xwe ji dest dayî mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervana YPG’ê Xedra Erkek (Ronahî Efrîn) ku li Rojavayê di encama pêvçûna di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên El Nusra de derketî jiyana xwe ji dest da li ber xaniyê malbata Erkek a li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê bi beşdariya sedan kesî konê sersaxiyê ya 3 rojan hat vedan. Di mewluda bi boneya sersaxiyê de hatî dan de rêveberên YAKDER, TAYDER, NÇM, KURDÎ-DER, rêxistinên BDP'ê yên bajêr û navçeyan beşdar bûn. Di taziya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de dayika Erkek Katîbe Erkek axaftinek kir û diyar kir ku ji ber şerê pêk tê kurdan gelek êş kişandiye. Dayik Erkek, wiha got: "Dilê min dişewit e. Xwedê bikim êşa ez dikşîn im Erdogan jî bikşîn e. Ligel her tiştî em aşîtiyê dixwazin. Ma êdî ne bes e xwina dirije?" Bavê Erkek Hasan Erek jî, got "Kûrê min ne tenê şehîdê me ye. Şehîdê hemû Kurdistanê ye. Bijî Serok Apo."
Piştî xwendina mewludê xwarin li mêvanan hate belav kirin.