Li îzmîrê ji bo ‘Şehîdên meha Îlonê’ çalakiya bîranînê
Li îzmîrê ji bo ‘Şehîdên meha Îlonê’ çalakiya bîranînê
Li îzmîrê ji bo ‘Şehîdên meha Îlonê’ çalakiya bîranînê
Li Îzmîrê ji aliyê YAK-DER’ê ve ji bo şehîdên meha Îlonê mewlûd hat dayîn.
YAK-DER’a Îzîrê li Îzmîrê ji bo kesên di têkoşîna Rizgariya Gelê Kurde jiyana xwe ji dest dane û têkoşerên ku di meha Îlonê de jiyana xwe ji dest dane yên malbatên wan li Îzmîre û Musa Anter, lehengên PKK’ê yên li Girtîgeha Amedê di gireva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dayîn, Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Elî Çîçek û Endamê MLK-P’ê Serkan Tosunê li Rojava jiyana xwe ji dest dayî li Parka Agora xwarna mewlûdê da.
Di mewlûdê de malbatên girtîyan û gerîlayan, Serokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu, rêveber û Serokê BDP’a navçeya Konakê Cuma Hayalîoglu di nav de bi dehan kes beşdarî mewlûdê bûn.
Piştî mewlûdê ji bo têkoşerên ku di Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêzgirtin hat gitin. Piştî xwarna mewlûdê hat dayîn Hevserokê YAK-DER’ê Sureyya Yilmaz axivî û got: “ Emê şehîdên xwe her 28’ê mehê bi bîr bînîn. Vê heyvê jî em şehîdên xwe yên meha Îlonê bi bîr tînîn.”
Yilmaz da diyar kirin ku, di vê mehê de Serkan Tosûnê ji bo piştgiriya Gelê Rojavayê Kurdisanê jiyana xwe ji dest dayî, Musa Anter û lehengên ku di girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dayîn bî bîrtîn û wiha axavî: “Yên em gihandin van rojan şehîdên mene. Emê heya dawiyê bi wan re girêdayî bi mînîn.
Pişt re Serokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mîkaîlogllu mafê axivtinê girt û got: “ Nirxê meyê hevpar şehîdên mene. Bi rêya xwîna şehîdên me îro li Rojavayê Kurdistanê rê ya azadiyê tê zindî kirin.”