Li Îtalya berhemên Ocalan tên nîqaşkirin
Li Îtalya berhemên Ocalan tên nîqaşkirin
Li Îtalya berhemên Ocalan tên nîqaşkirin
Têkildarî pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li hemberî modernîteya kapîtalîst û nasandina pirtûkên nivîsandine li Îtalyayê rêzecivîn didomin. Vê carê jî Girava Serdegna ya Îtalya malovanî ji van rêzecivînan re kir.
Li Grava Serdegna bi organîzasyona Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî û ji Kurdistan re Aştî, Komeleya Serdegna ya li dijî marjînalîzasyonê (ASCE) Buroya Înformasyonê ya Kurdistan UIKI ONLUS û Weşanxaneya Punte Rosso di 15-16-17’ê Îlonê de rêzecivîn hatin lidarxistin. Di civînan de pirtûkên Ocalan ên Ji Dewleta Rahip a Sûmer Ber bi Komara Demokratîk û (Nexşa Rê) yên bi Îtalî xwe gihand xwendekar û akademîsyenan. Di afîşên nasandinê yên civînan de gotina Serokê Sînn, Feîn Gary Amams a “Ocalan Gramsci yê roja me ye” cih girt.
Civîna yekemîn 15’ê Îlonê li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Caglîarî hat kirin. Di Civînê de berdevka Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî Havîn Guneşer axaftinek kir. Guneşer da xuyakirin ku çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan ji bo bi dawîkirina Kaosa li Rojhilata Navîn yekane rêya çareseriyê ye û got: “Birêz Ocalan û PKK di Rojhilata Navîn aktoreke herî girîng û diyarker ê bê dewlet li Rojhilata Navîn e.” Guneşer di dewama axaftina xwe de anî ziman ku sedema PKK xistine lîsteya terorê bi polîtikayên înkar û îmhayên ên hêzên emperyalist ve girêdayî ye û her ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê derdikevin pêş ev polîtîka îflas dikin.
GRAMSCÎ Û OCALAN
Di civîna duyemîn a 16’ê Îlonê de ku li Caglîerî pêk hat li gel Havîn Guneşer endamê Komîteya Piştevaniya bi Gelê Kurd re parêzer Stefano Mannîronî, parlamenterê parlamentoya Ewropa Luîgî Vincî jî tevlî bûn. Guneşer di axaftina xwe ya vir de jî got ku xala hevpar a Ocalan û Gramscî ev e ku li dijî hegemonyaya çandî rola rewşenbîran zelal kirine. Guneşer destnîşan kir ku êdî azadiya Ocalan ê hêviyeke mezin afirandiye mijareke ku kes nikare jê bi re ve.
Civîna sêyemîn 17’ê Îlonê li bajarê Nuoro li Pirtûkxaneya Sebastîano Satta de hat lidarxistin. Di vê civînê de jî pêşveçûnên rojane yên li Kurdistanê û têkildarî paradîgmaya nû û girêdana di navbera pêkanîna wê de hat nîqaşkirin.
Guneşer di axaftina xwe ya vir de jî diyar kir ku têkildarî modela xweseriyê ya li Rojava derketiye holê û projeya pêkve jiyana gelan anî ziman ku Kurd li her çar parçeyan li ser esasê parastina cewherî pergalekê pêş dixin.
BI SEROKÊ HERÊMA OTONOM A SERDEGNA RE HEVDÎTIN
Li gel rêzecivînan heyetê, ji bo rojname û televîzyonên xwecihî roportaj dan û her wiha bi Serokê Herêma Otonum Franceso Pîglîaru û endamên meclîsê re hevdîtin pêk hatin. Li ser navê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî Havîn Guneşer, li ser navê UIKI ONLUS Yilmaz Orkan ku beşdarî hevdîtinan bûn, derxistina PKK ji lîsteya rêxistinên terorê û azadiya Ocalan hatin destgirtin û her wiha naskirina rêveberiyên xweser ên li Rojava di asta neteweyî de hat ziman. Serokê Herêma Otonom jî diyar kir di asta konseyê de di vê mijarê de ji bo xebatên pêwîst wê xebat bimeşînin.