Li Iraqê zêrên 1400 salî hatin dîtin

Li Iraqê zêrên 1400 salî hatin dîtin

Arkeologên Iraqî ragihandin ku wana 66 lib zêrên ku xwedî dîrokek zêdetirê 1600 salan dîtine. Rayedar dixwazin van zêran di Muzeya Neteweyî ya Bexdayê de nîşan bidin.

Gerînendeyê Dempartmana Kevnaran a Eyaleta Wasitê Hasanayn Muhemed Alî ragihand ku zêr li bajarê Ezîziye ya ku 70 km dikeve rojhilatê başûrê paytext Bexdayê hatine dîtin.

Tê diyarkirin ku ev zêrên serdema Sasaniyan (B.Z. 224 û P.Z. 640) in û ji bo pitşrastkirina vê yekê dê bên analîzkirin. Li ser zêran wêneyê qiral an jî xwedayek ku temsîla pêtên agir dike heye.

Piştî ku DYA’yê sala 2003 Iraqê dagir kir, gelek berhem û bermayên arkeolojîk hatine şelandin. Li gorî agahiyan ji 12 sîteyên arkeolojîk derdora 32 hezar berhejên arkeolojîk hatine dizîn û ji vana derdora 15 hezar winda bûne.